Her sala diweþe ji asoya temené te
Dike xencerek li ser dil çikilandî tenétiyé
Ne kes té mévaniya dilé te ne diçe
Girtî dimîne deriyé te ji kéfxweþiyé re.
Tîréjén zérîn yén bajér
Henek û kenén þox,tolazî...
Wé bé te bé li dar xistin bizane
Þevbihûrkén ku te pir hez dikir.
Bîranîn wé bimîne ji te re meze
Wéneyén çilmisî
Xewneke nîvcomayî û bi mij
Çûyîne gazî dike ji nézîk bi rastî
Mîna karçînek ax maçkirî
Hew tu té yî bi bîranîn.
Divé tiþtekî ku te bi bîr bixe bimîne
Cotek peyv mîna tîréj
Béhneke ji kulîlka dareparzî
Keneke ji awirén karxezaleke
Qîrînek ji bû yî gundeke þewitî
Da evîné geþtir bike,jiyané bibe péþ.
wé demé
Dé stérka venamire tu bî
Li welaté azadiyé!
roj 24 saet
li vî bajarê kûnde
tu yî axaftina sereke
ey pere!
sondxarime
mirina min bi destê te be jî
naçim ji te re sicde!
roj bihûrîn
demsal,sal
çend cara kûlîlk vekir darbehîv
hîv xwe çend cara nû kir
nayé hejmartin mehrûmé
tu nehatî!
ne þéx ne miþarix
ne axa ne beg
qeþmerek nema
min xwe ne avétiyé
tu cardin nehatî!
temen tirþ
rû tije kirþ
bajar
hejar û jar ma
min efara te jî xwar
yar
de were!
de were!
jiyan li min bike bihar!
BAJARÊ ZAROKATIYA MIN LÊ BIHÛRÎ
Piþtî deh salan
-nepirsin çima?
bû me mévan
bajaré zarokatiya min lé bihûrî
tîrmeh giya nehiþtîbû tevde hiþk
quling daketî bûn lûtkeyén zinaran ji germa
bajar dinav bahoz û toz
bajar qalik digûherand
û tu dibéjî qey
ne baran û berf
dirav barîbû bi salan.
li bajaré zarokatiya min lé bihûrî
ne dehla Miradé Hûhan mabû
ne aþé Xalo Þahîn
ne kaniya hemgé Bilal
ne rû yé bajar yé kizirî
hatibû jibîrkirin roja gûnayé jî.
bajaré zarokatiya min lé bihûrî
her sibeh
bi diravan diþo
rû yé xwe!
mînak bûkek dixemile
bi gulén bi destçébû yî
bé béhn
ne xwezayî.
bajaré zarokatiya min lé bihûrî
dest û ling mezin kiribû bé hempa
lé ser
wek beré dergûþî
bé hîs
sews
û géj.
çend dirûþmén me mabûn
çend ramûsan
li ser dîwaran
min wan da hev
niha pénc rûbarin
diherikin li kolanan
û ji nûve þax veda
hévî bi renge minminikan.
li bajaré zarokatiya min lé bihûrî
mirovekî kal
bû lewendekî xort
vegera min bi kubarî
gavén min tije fort!
Ç A R Î N
"Çil sal xelatî ne rojek neyartî"gotine péþiyén me
aþtîxwaz,xérxwaz û gerdûnî be
gel perwer,mirov perwer,mévan perwer be
da tu car roj ji ser jiyana te kêm ne be!
Ç A R Î N
roj bihûrîn,demsal sal
ne bira ne birazî ma ne mam ne jî xal
rû qermiçî, guh sist bû bû me kal
bi serneketim; welat ne bû azad lé bûm xwedî dost û yar
BÝ DE BA YÊ
Kilameke birîndar
Li dengbéjekî digere ji xwere
Çemeke rû rûçikî û bi kovan
Li deryayeké
Û tu
Evdala xwedé
Pepûka çar bira
Li nepeniyeké
Li hembézeke kezebþewat
Da xwe bispére.
Ma ne em bûn
Xwediyé 28 raperînan
Ji bayé siviktir
Ji barané nermtir
Xweþikkeré jiyana
bi wate
Û disa ji ma ne em bûn
Delala diroka pîr û kal
Sewiya heft bava
Çi qas bi wate be jî
Bédengî li te nayé
Rahéje.hilgire
Bila di desté te de be dil
Ev méjûya þil
Ev jiyana bi kûl
Bide ba yé
Xwe rizgar ke
da tu bibî mînak
ji mirovahiyé re
l'vé dinyayé.
REZBER
Va ye dîsa hat rezber
bi ba yé honik
Bi rengé xwe yé zer
Xemiland çarali havirdora min.
Rezber dayika kovaniyé
Dawiya evînén havînî
Destpéka nexweþiyén giyanî
Ku bi piþtre heyho heyho ye!
Rezber anî bîra min
Çend rupel ji dîroka reþpel
apé musa,emile zola,þer é iran u irak....
Cunta ya 12 rezber.
Min veder dikir te bé veger
Ji salnama dile xwe
1 é rezberé nehata hawara min.
EM JÝ NÝFÞEKE NÛ NE
Em ji nifþeke nû ne
Stranén me spî ne
Neviyé feqî,lawé seyit riza ne
Fermo asogehén me
bibine.
Em ji nifþeke nû ne
Diltenik,awaz xweþ,gerdunî ne
Pakij dikin ji gemarî jiyané
Li sifreya dilé we datîne.
Em ji nifþeke nû ne
Serbilind,azadîxwaz,serdemî ne
Yé silave nebire ji me
Sedî sed bihuþtîne.
JÝ TE BÊ
Hew bîne ji min re
Naxwazim silavan
Cil û berg
Diravan
Û nûçeyén diltezîn.
Ger ji te bé
destmala nexþkirî
Kulmek ji asîmané Cûdi
pelgek dara gûze
kurtek av ji çemé rûsor
bîne
Da ev dilé pir û kal
Ji giyana welat bé par nemîne.
JÝ KERBA
Me xwe diréjdikir her þev
Li ser doþekén
hirî
Pala xwe dida
Stranén tije hévî-girî
Çaya kedexe vedixwar
Cixara kaçax dikiþand
Li ser banén ji herî.
Û me
Bi dilovanî
Bi evîndarî temaþedikir
Agiré þivanén pîroz
Yé li ser çiyayé hemberé me védiket.
Xewn û xiyalén me radigihandin bajarén dûr
Qulingan ref bi ref
Jébirka éþ û janan bû
Ba yé Cûdiyé hénik
Awazén zîz û diltenik.
Hinekî lév zuwa
Qirik tahl
Xizan jî bûna
Me ne dida jiyana xwe
Bi ya qralana.
Niha giya jî þîn nabe
Ji þerma xwe
Çivîk hew tolaz difirin
Û stérk naçirûsin
Li gundé me yé talankirî.
Ji kerba
Bi keskesora xemilîne xewnén me
û stranén me
hé béhtir tije méranî!
Ez
Ken û hévî
Dil û êvîna xwe diguvéþim
Li ser
Eþ û jan û birînen we direþim
Ger min destur negirtibe ji we
Li min biborin!
DAXWAZ
Dixwazim
hew binase
ew dilé delal
ew dilé xweþik
ew dilé tenik û mindal
éþ û jana
Bila bi binevþ û beybûna bixemilin
xewn û xiyal,
bila tim bazdin bextewariyé
ew destén hevrîþimî
çavén karxezal,
û bila ji wé bedena te ya narîn
tenduristî bifûre
sibeh,þev û évar!
HEBÛ YA
baran dibariya hûr hûr
wek hestén min tevlihev
dema min deriyé dilé
vî bajaré tolaz vekir.
Rû; te digo qey heyva çardehé ye
Bejnû bal; ta rîhan
Lév; wey li miné dayé
Xwerû hingiv û þekir
Ger çend qurm dara berû
Dengé zimané min é zikmakî
Û nané tenûr é jî hebû ya
Min mifta temené
xwe
Jé re diyarî dikir.
ROJBAÞ
Ji bajareke
ji evîndariyé bé par û xizane
Rojbaþ
Roja nû hilatî
Hemoyé barkéþ
Memoyé karmend
Xurþîdé nanpéj.
Piþtî þeveke reþ-tarî
Rojbaþ
Qulinga jiyané ya bask zérin
Dara hé nû kulîlk vekirî
Çemé bi nazenîn diherike.
Piþtî þeveke ku li her kolaneke miriyek veþartî
Rojbaþ
Xortén dibezin zanyariyé
Kesén ji bo evînék nû hiþyar bû yî
Bajaré xewn û xeyalén min Amed
Rojbaj jiyan ter û nazenîn!
Kehra min ne ew e ku ez é bimirim
Lé bé
Ka çawa ez é ragirim
Dé destén te
Di desteke biyanî de
Tékevî hundir é jiyané
An jî
Her évar
Bé evîndar
Piþta xwe dabe xweþikahiyén gerdûné jî
Tu yé deriyé genî
Ji dirindeyé mirovahî yé re vekî.
Ne stranén me man weke beré
Ne ken û girî
Li kuçe û kolanan
Ne haya kesî ji te
Ne ji min
Kom bi kom mirovén hest riziya yî
Mînak golika nû zayî
Lûtkan davéjin ji diravan re
Û méjî bi bizmarén ne sincî
Li leylana hatiye hilawéstin.
Roj nîvro
Fanus li dest
Li siya te digerim
Da hestén xwe jé re bi qîrim.
Ango zanibe
Tu ne yé
Kes tûne ye
Vî bajaré ji xew rake.
Li der û dor a xwe dinihérim
Li mala
Li kolana
Ne jehrkéþén min mane
Ne hévî çin
Ne mérxasén dil-pola
Ne jî dilén evîndar û bi kul
Tevde mirov çav birçî
Û herçî
Desteyek dirav pé re be
Her dil jé re vedibe
Û hebe tune be
Toto
Loto
Borsa
Lot
Ne mirovahî ma li va cih û waran
Gelekan namus jî firot.
Mecbûr mam min xwe avét
Ber bexté þereba helbesté
Wé pîneyén min dirût.
GEROKÊ EVÎNÊ
"ji
xéredîn Özgen re"
por spî bû,rû qermiçî
ba yé bé derman jî kon vegirt
li ser dest û pé
hélekane lé hé dil
bi ber evîné
diçe diçe û nayé.
yekcar bi tené ne kulî stranén te
bi aram dimeyîne hé hevîré mérxasiyé
hostayek xweþik kiriné jî tu bûyî
di þevén beravéetî de
di rojén xwelî li seré xwe kirî
berxwedér jî dîsan tu.
di þevén bé siûd de
me xwe diavét ber bexté
dîlokén gerepété xaço
yén ji serpéhatiyén
bav û kalén me pékhatî
û ger
piyanek þereba midyadé jî hebûya
bextewaré vé dinya yé tené em bûn.
hé jî
gerokekî bé tebatî
di gerdûna evîné de
siwaré hespé þé yé hesreté
li pey karxezala bi basimbar xemilî.
REWÞA DÝL
destek min
piþta berxwedana xortekî Tamîlî difirkîne
yé din
çaydana keçeke Srîlankî yé gerîla
ji dest digire
da du saet béhtir binive
û ji çavén min
du rondikén xwîinî diherikin
bi hilweþîna
ocaxa rijîyé
di ser seré karkerén Zonguldaké de
û dilé min
ketiye ta ya xizaniyé
bédadiya ji me re bûye destebira
fedî dike ji bédengiya mirovahiyé
û diqîre hawar bi haware
da aþtî kon vegire li vira.
Here helbestén din yén xweþiktir!
Li benda nameyén we me!