HELEBÇE
em bi hevre mirin mirovno!
pénc hezar
insan
ne
þinahiya asîman
ne xweþikbûna
kûlîlkan
herikîna
çem û rûbaran
û ne jî
berbangén awaz çivîk xema me ye édî.
stranén me
yén evînî rawestan
lé negerin
naxweyé
di bîbûkén
me da jiyan
ji toza
ewrén zerî û béhna séva riziyayî zédetir.
ji xwe em
xizmé hev bûn
xewn û
xeyalén me wekhev
em bi
hevra mirin
pénc hezar
insan.
pîr û
kal
min tûcar
nebîhistibû dengekî wiha
béhnekî
wiha min nekiþandîbû cerga xwe
derewan
nakim.
dibe we ez
ne aniyam bîraxwe
an
kûlîlkek neçikanda li ser gora min.
ji xwe
gotinén me
pere ne dikir
nîvmirî
bûn em
tirsiyam
dîsa jî
derewan
nakim.
lé ew
zarok çima bi mere ne
qey wé ne
jiyan
bé nasnav
be jî
an
xizaniyek bi xedar.
dergûþ
çi béjim
bé feyde ye
hatin û
çûn a min bi hevra
ji xwe
hé nav jî
li min ne hatibu kirin
dayik
va bébavan
pirtukén
pîroz jî ne xwendine
ji evîné
bé par in
berxé min
di derguþé de ma
destén min
bûn dareke hiþk
û me hev
hembéz nekir
zarok
min digot
qey
ev jî
lîstokek e
hey hawar
dikim
kes nayé
banga min
goga bavé
min îroj kirî jî
ma li
hewþé de
wé kî pé
bilîze gelo
kes ma?
mamoste
çikas li
min xweþ dihat
evîn é
hîné zarokan kim
hevaltî,biratiyé
hé zengila
betlané lé nexistibû
ev mirin
çima
û li
depreþé nîvco ma
nivîsa
serfiraziyé.
axa
ev çend
mal û milk
ev çend
dirav û zér
û bédadiya
min...
nekarî
rawestîne mirin é
min digot
wé em ne té de bin
çima em
haydan nedan?
xort
min
gustîlkek kirîbû
ji bo
gulbihara xwe
va em bi
hevre çûn
wé ya
bidin yek e din
min ji bo
wé hewce nema
helbestvan
kî digot
wé hevkas
bi wate be helbesta me
ku tucar
pénus a min
xwîn ne
rijand
þivan
hé nû zayî
bû
berxa
bizina bedew
yekcar þîr
nemétibû hé
li ber xwe
nakevim
bizanin
me bi
hevre veþérin
di bexté
we de me
bi seyé
har re.
xweda
e jî þaþ
mam bawerkin
ké destura
vé komkujiyé da
li min
biborin
ketime
bexté we
mirovahî
hûn bi
hevr e mirin
bi
wekhevî,bi biratî
rûreþi
para me!
dîrok
bû deqek
tenî
rûniþt li
ser eniya min
navé te
Helebçe