rose.gif (9014 bytes)

MIZGÎN JI WE RE

û
wan jî bar kir çûn
bê xatir
bê ramûsan
ji van deran.

ev dilê jar
û ev bajar
ma bi serê xwe
tenê
û ketin di nav
hesreteke mirovkuj
dîn û har.

yê kî bîne porkurê
nûçeyên temen dirêjkirinê
ku þevan dike þevbûhêrk
her êvar.

bi rûyek biþiþî
bi dilek jiyan xemilî
bersiv tê
ji kasidên aþtiyê
em sedeqa we nin
da bête bihar.

ji þerma
çarlepkî diçim huzura wan
bajar çarika ramûsanan
davêje li ser bejn û bala xwe.

ewr xwe didin alikî
diçire tarîtî
li ser govendê roj
dikevin dilanê stran.

mizgîn ji we re
mêranî xwe berdaye
di nav bajaran
zimanê zikmakî bûye zêr
nayé kirin li ser dikanan!


  flower06.gif (26537 bytes)

BI ME RE XWEÞ E
em dibêjin stranan herî xweþ delala min
herî xweþ em dinvîsin û dixwînin helbestan
û dema me hez kir
ji vira heta ba Xwedê
mînak serkaniyek zelal û paqij
wek þîrê dayikan
helal û avnedîtî.

bêhtir li bejn û bala me tê kovanî delala min
hesret bêhtir li me
û necamêrî
hê neketiye ferhenga me.

jiyan bi me re xweþ e delala min
hevaltî bi me re
wek sûlavek
wek çemê Dijle nazenîn
diherikin di demarên jiyanê de
dijîn
tê ra xwe.

bi me re xweþ e bîranîn delala min
mirin bir me re xweþ e
li ser çiyayekê
di grewekê de
di dil da evîn
berxwedayî heta dawî.

                                            [email protected]

                                                    Here rûpela herî xweþ !